H’emû nûçeSereke

Ermenîstan li pişt Rûsyayê mijara veguhestina rêveberîya trênê bo welatekî din nîqaş nake: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku Ermenîstan wê li ser mijara veguhestina rêveberîya konsêsîyonê ya tora rîya Ermenîstanêye hesin bo welatekî din li pişt Rûsyayê niqaş neke.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress”, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna rojnamevanan de gotîye, li ser pirsa gelo Ermenîstan amadekarîyan dike ku bi şanda wezîrê Qazaxistanêyî karên der re, ku serdana Yêrêvanê  kirîye, mijara guhertina rêveberê îmtîyazê yê tora rîya Ermenîstanêye hesin bo Rûsyayê niqaş bike.

Pêşnîyara veguhestina rêveberîya îmtîyazê ya tora rîya  Ermenîstanêye hesin bo welatekî ku ji bo Ermenîstanê û Rûsyayê qebûl be, berê ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ve hatibû kirin û destnîşan kiribû ku di bin şert û mercên rêveberîya ji alîyê Rûsyayê ve, rîya  Ermenîstanêye hesin ji hin avantajên reqabetê bêpar e, ji ber ku welat hene ku ji ber ku rêveberîya wê ji alîyê Rûsyayê ve tê kirin, red dikin ku şîyanên rîya Ermenîstanêye hesin bikar bînin.

“Heger derkeve holê ku di navbera me û Rûsyayê de têgihîştineke hevbeş heye ku hevaltîya Qazaxistanê ji bo herduya jî qebûl e, em ê li dijî wê nebin. Niha danûstandin hinekî cuda dimeşin, ji ber ku hevkarên rûsî hîn negotine: “Baş e, em bikin”. Ramanên weha hene, lê ew hîn jî tenê ramanên di firînê de ne”.

8 ê nîsanê, wezîrê Qazaxistanêyî karên der Yêrmêk Koşêrbayêv, bi serdana fermî hatibû Ermenistanê. Di nav şandeyê de wezîrê Qaxastinaêyî veguhestinê Nûrlan Saûranbayêv jî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button