H’emû nûçeSereke

Banka  avropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê plan dike ku bi tevahî 5 mîlyard yûro li welatên ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn bandor bûne, veberhêne bike, navda li Ermenîstanê jî

Banka avropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê plan dike ku sala 2026 a de bi tevahî nêzîkî 5 mîlyard yûro li aborîyên ku ji ber pevçûyînên Rojhilata Navîn bandor bûne veberhênan bike. Ermenîstan jî di nav wan welatan de ye. Li gorî daxuyanîya bankê, Ermenîstan  nav koma welatên ku raste-rast di pevçûyînê de beşdar nînin, lê wek beşek ji zincîreke herêmî ji hêla aborî ve bandor bûne  cîh digire.

Tê destnîşankirin ku encamên pevçûyînê bi têkçûna rêyên bazirganîyê, şokên ênêrjî û madeyên xav, kêmbûna bawerîya veberhênanê û zêdebûna zextên civakî-aborî têne nîşandan.

Banka avropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê ragîhandîye ku bernameya wê ya bersiva pevçûyînê wê piştgirîya sazîyên darayî, mîsogerkirina aramîya sêktora taybet û pêşxistina binesazîyê di nav xwe de bigire, ku Ermenîstan jî dikare jê sûd werbigire.

Seroka bankê Odîl Rêno-Basoyê tekez kirîye ku banka avropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê  amade ye ku beşdarîya xwe di rewşên weha de zêde bike.

“Di nav nezelalîyên zêde de, em têkilîya xwe qewîn dikin di heman demê de bingehên bankê yên saxlem diparêzin. Em li vir in ku di demên dijwar de piştgirîyê bidin aborîyê, xerîdar û mirovên welatên hevkarên xwe”,-ewê gotîye.

Bername her wiha qewînkirina ewlehîya ênêrjîyê, piştgirîya karsazîyan ji bo ku li hember guherînên bazarê bisekinin û veberhênana li binesazîyê û çareserîyên dîcîtal vedihewîne.

Bankê zêde kirîye ku qebareya veberhênanan wê li gorî daxwazê ​​​​be, bi berçavgirtina xwezaya guherîna bilez ya rewşê. Banka avropî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê her weha plan dike ku bernameyên xwe bi hevkarîya hevkarên navneteweyî bicîh bîne da ku berxwedan û pêşkeftina domdar ya aborîyê mîsoger bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button