
Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî12 ê nîsana sala 2026 peyameke pîrozkirinê arasteyî Patîryark Mar Polsê Sêyê Nona kirîye, ji ber hilbijartina wî wek Patîryarkê nû yê dêra Kildanan li cîhanê.
Peyama serokê hukumeta Herêma Kurdistanê:
Ji ber hilbijartina we wek Patîryarkê nû yê dêra Kildanan li cîhanê, em germtirîn pîrozbahîyên xwe arasteyî we dikin û hêvîya serkeftinê di vê erk û berpirsîyarîya mezin de ji bo we dixwazin.
Herêma Kurdistanê şanazîyê bi pêgeha xûşk û birayên Kildan û hemî xrîstîyanên Kurdistanê dike û em tekezê li ser pabendbûna xwe ya neguher ji bo bihêzkirina çanda pêkvejîyana aştîyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin.







