
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, bi hûrgilî gotîye ku armanca sereke ya axaftina wî ya dawî ya bi têlefonê bi seroka konsêya Fêdêrasyona Rûsyayê, Valêntîna Matvîênkoyê, pîrozkirina rojbûna wê bûye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan di dema brifînga li parlamêntê ragîhandîye û li ser pirsa ka di axaftina wî ya têlefonê de bi serokê konsêya Fêdêrasîyona Rûsyayê re çi mijar hatine niqaşkirin, axivîye.
Sîmonyan gotîye: “Têkilîya têlefonê ji bo rojbûyîna hevkara min bûye. Ez bibêjim ku têkilîyên min yên here baş û rêzdar bi seroka konsêya Fêdêrasîyonê re hene û em her gav bi eşkereyî diaxivin, em raste-rast, bi mantîqa rêzgirtina dualî diaxivin. Di çend rojan de ez ê herim Stembolê, ew jî wê li wir be. Ez texmîn dikim ku em ê li wir danûstandinê bikin. Em behsa hevdîtina fermî nakin, lê em ê tenê danûstandinê bikin”.
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan ragîhandîye ku ew ê beşdarî konfêransa yekîtîya navparlamêntîyêye 152 emîn li Stenbolê bibe, ku tê de hevdîtin bi serokên parlamêntên Gurcistanê û Adirêcanê re hatine plankirin.







