H’emû nûçeSereke

Serokê  parlamênta Ermenîstanê li ser mijara çareserkirina pirsgirêkên aborî yên heyî yên bi Rûsyayê re axivîye

Serokê parlamênta Ermenîstanê,Alên Sîmonyan piştrast kirîye ku pirsgirêkên heyî yên bi Rûsyayê re wê bi rakirina wan û niqaşan bên çareserkirin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan  dema brifînga li  parlamêntê, li ser mijara pirsgirêkên aborî yên bi Rûsyayê re, ragîhandîye.

Sîmonyan her wiha gotîye:”Em ê hemû pirsgirêkan bi Rûsyayê re bînin ziman û hewil bidin ku bi çareserkirina wan pêşve biçin. Em tu gefê li Rûsyayê naxwin û em ê nebin gef, nîyeteke  usa tune. Hin pirsgirêk hene, ev pirsgirêk li hemû welatan hene. Ev pirsgirêk di demekê de derdikevin holê, zêde dibin, kêm dibin. Em, sîyasetmedar, li vir in ku van pirsgirêkan niqaş bikin û çareser bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button