H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan wezîrê Fransîyayêyî kar û barên avropî qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wezîrê Fransîyayêyî kar û barên Avropayê yê Fransîyayê Bênjamên Hadat qebûl kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku wextê hevdîtinê mijarên  rojeva têkîlîyên dualî yên Ermenîstan-Fransîyayê û pêşxistina hevkarîya pirsêktorî hatine nîqaşkirin. Behsa hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û her weha mijarên têkildarî lidarxistina civîna civaka sîyasî ya avropî li Ermenîstanê hatîye kirin.

Herwiha civînê de, di derbarê geşedanên herêmî û gavên ji bo dabînkirina aşîtî û aramîyê de jî, axaftin hatîye kirin.

Alîyan girîngîya berdewamîya dîyaloga sîyasî ya aktîv û berfirehkirina hevkarîyê di warên berjewendîya hevbeş de tekez kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button