H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê heta sala 2024 a 20 000 î zêdetir kar li Ermenistanê peyda kirîye, ku ev hejmareke pir mezin e: Maragos

“Hejmarên dawî yên sala 2025 a li ber destê me nînin, lê sala 2024 a de, bi piştgirîya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê  20 000 î zêdetir kar hatine efirandin. Ev hejmareke mezin e”, derheqa wê yekêda serokê şanda Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, li civîna 8 emîn ya platforma civaka sîvîl ya Yekîtîya Avropayê-Ermenistanê Vasîlîs Maragos gotîye.

“Tenê par, me bi rêya bankên bazirganî yên li Ermenistanê 200 milyonî zêdetir euro piştgirî îmze kirîye, ku wê ji bo pargîdanîyên ermenî bihata dayîn. Ez dixwazim destnîşan bikim ku me alîkariya teknîkî daye wan pargîdanîyên taybet yên ku em bi wan re xebitîne û wana di nav salekê de qebareya hinardekirina xwe ji  7 selefî zêdetir zêde kirîye”,- serokê şanda Yekîtîya Avropayê tekez kirîye.

“Dema ku em behsa girêdanê dikin, divê em ne tenê behsa binesazîyê bikin, tenê behsa derîyên sînor yên nû bikin, ku em hêvî dikin ku di çarçoveyeke nû ya aşîtî û normalîzasîyakirinê de bin. Lê divê em behsa girêdanên di navbera mirovan de, behsa girêdanê jî bikin. Û di wê wateyê de, divê em civaka sivîl ya Yekîtîya Avropayê bi civaka sîvîl ya Ermenîstanê ve girêbidin. Divê em sêktora taybet ya Yekîtîya Avropayê bi sêktora taybet ya Ermenîstanê ve girêbidin”,- Maragos gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button