SerekeSîyasî

Serok Barzanî:nabe ku çarenivîsa kerkûkîyan bibe qurbanîya bazarên gumanbar

Serok Mesûd Barzanî ragîhandîye: “Em bi tu awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamîya bazarên gumanbar yên otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa kerkûkîyan bê lîstin”.

Serok Mesûd Barzanî li gel konsûlê giştî yê Rûsyayêye li Hewlêrê Maksîm Rûbîn re civîyaye.

Serok Barzanî piştî civîna li gel konsûlê giştî yê Rûsyayêye li Hewlêrê Maksîm Rûbîn daxuyanîyek daye.

Pêwendîyên Hewlêrê û Moskvayê

Li gorî daxuyanîya baregeha Barzanî, konsûlê giştî yê Rûsyayê Maksîm Rûbîn di hevdîtinê de tekezî li ser pêwendîyên kûr, stratêjîk û demdirêj yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kirîye.

Maksîm Rûbîn pesinê helwesta hevseng ya Herêma Kurdistanê û parastina aramîyê daye.

Maksîm Rûbîn her wiha ragîhandîye ku Rûsya girîngîyeke mezin dide pêgeh û bandora serok Barzanî û hêvî kirîye ku pêwendîyên Rûsyayê û Herêma Kurdistanê zêdetir bi pêş bikevin.

Konsûlê Rûsyayê nêrîna welatê xwe ya li ser guherîn û rûdanên herêmê anîye zimên.

Rûbîn daye zanîn ku Rûsya dixwaze nêrîna serok Barzanî ya derbarê rûdan û pêşhatên herêmê de bizanibe.

“Herêma Kurdistanê tu carî nebûye beşek ji şer”

Di daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin ku serok Barzanî jî tekezî li ser kûrkirina pêwendîyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kirîye.

Serok Barzanî bal kişandîye ser bipêşketin û guherînên dawî yên herêmê û gotîye:

“Herêma Kurdistanê tu carî ne li gel şer û alozîyan e.

Em di wê bawerîyê de nin ku tu pirsgirêk bi şer û pevçûyînên leşkerî çareser nabe.

Divê pirsgirêk bi rêya dîplomasî û dan û standinan bên çareserkirin.

Herêma Kurdistanê tu carî nebûye beşek ji wan şer û pevçûyînên ku li herêmê hene û wê nebe beşek ji wan jî.

Her wiha me piştgirî nedaye tu tevgerên leşkerî û şerên li herêmê.

Lê mixabin tevî vê helwesta me ya zelal û eşkere jî zulmleke mezin li Herêma Kurdistanê hatîye kirin.

Ji ber êrîşên berfireh yên mûşekî û dronan hejmareke welatîyên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûne”.

Rewşa Kerkûkê û helwesta PDK ê

Serok Barzanî derbarê Kerkûkê jî dîyar kirîye:

“Em di wê bawerîyê de nin ku divê Kerkûk bibe bajarekî ku mînaka bihevrejîyan û biratîya pêkhateyan be.

PDK her tim li gel mafên hemû pêkhateyan bûye.

Gelek caran ji bo pêkhate û xelkên din dev ji mafên xwe berdaye û destkeftîyên xwe kirine qurbanî”.

Serok Barzanî ducare kirîye û gotîye “Em bi tu awayî ne li gel wê yekê ne ku bi rêya berdewamîya bazarên gumanbar yên otêla Reşîd bi îradeya dengderên Kerkûkê û çarenivîsa kerkûkîyan bê lîstin”.

Li otêla Reşîd çi qewimîbû?

10 ê çirya pêşin ya sala 2024 a, bêyî beşdarîya Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK), enîya Tirkmênan û beşeke erebên meclîsa parêzgeha Kerkûkê, li gel Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê  li otêla Reşîd ya Bexdayê de civîya bûn.

Di wê civînê de parêzgar û serokê meclîsa parêzgeha Kerkûkê hatibûn hilbijartin.

Tê çaverêkirin ku di van rojan de YNK posta parêzgarîya Kerkûkê bide enîya Tirkmênan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button