SerekeSîyasî

Fransayê dîyar kirîye ku mafê Rûsyayê tune ku pêşeroja Ermenîstanê dîyar bike

Pêşeroja Ermenîstanê, rêya wê û hilbijartinên wê ji  alîyê ermenîyan ve bê destnîşankirin, ne ji  alîyê cînarên wê ve. Mafê Rûsyayê tune û nikare jî hebe ku pêşeroja Ermenîstanê dîyar bike. Derheqa wê yekêda, wezîrê kar  barên avropî yê Fransîyayê Bêncamîn Hadat hevpeyvîa bi CivilNet re gotîye.

“Ji alîyê xwe da, em ê piştgirîyê bidin gelê ermenî di rêya ku ewê ji bo xwe hildibijêrin. Ez dixwazim tekez bikim: min daxuyanîyên serokwezîr Paşînyan û tîma wî yên li ser peydekirina têkilîyên cîrantîya baş dîtine.Ermenîstan bi rastî jî bi hemû cînarên xwe re, tevî Rûsyayê û her weha welatên din re têkilîyên baş diparêze û ji bo aşîtîyê li herêmê hewl dide”.

Bi texmîna min, ev rêyeke xwezayî û rewa ye, lê di heman demê de rêyek pir bi hêvî ye. Û Fransîya wê di vê rêyê de di pêşvebirina dîplomasî û aşîtîyê de piştgirîyê bide Ermenîstanê.

Hedat her wiha gotîye:”Kes ji ermenîyan napirse ku di navbera vî welatî û wî welatî de hilbijêrin. Pirsa sereke cuda ye: hûn ji bo welatê xwe çi cûre pêşerojekê dixwazin? Çi cûre dêmokrasîyê? Çi cûre mezinbûna aborî?”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button