H’emû nûçeSereke

“Varçabênd” wê roja Welatîyan de li Yêrêvanê bi beşdarîya steyrkên cîhanî konsêrtekê  bide

Koma mûzîkê ya “Varçabend”, ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyanê jî wê pêşda,  25 ê nîsanê, roja Welatîyan, li meydana Komarê konsêrtê bidin

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Nîkol Paşînyan ev daxuyanî piştî konsêrta ku li meydana Gumirîyêye  Vardanans hatîye lidarxistin,  elam kirîye.

Piştî konsêrtê, pêşkêşvan ragîhandîye dema ku zanibûye ku serokwezîr Nîkol Paşînyan wê 19 ê nîsanê  li Gumirîyê be, ew hatîye vexwendin ku beşdarî fêstîvala “Dengê aşîtîyê” bibe û bi koma “Varçabênd” re li  meydana Gumirîyêye Vardanans ya pêrformansê bike.

Pêşkêşvan pirsîye: “Daxwazeke me ya din ji te heye. Ma tu qebûl dikî ku di 25 ê nîsanê li meydana Komarê, li Yêrêvanê, beşdarî konserta me bibî?”

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di bersiv daye: “Bi kêfxweşîyeke mezin, ev ê ji bo me şerefek mezin be. Em ji bo vexwendinê pir spasdar in û em ê li benda we hemûyan bin”

Roja Welatiyan de, 25 ê nîsanê, seheta 8:00 a êvarê, fêstîvala muzîkê ya “Dengê aşîtiyê” dê li meydana Komarê ya Yêrêvanê pêk bê. Iveta Mukuchyan, Outlandish, In-Grid, Wîllîe Wîlîam û Imanî (Nadya Mlajao) wê rojê li ser dikê bin. Têketin belaş e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button