H’emû nûçeSereke

Ji bo vegerandina xebata çalek di Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de tu gav nayên avîtin: serokwezîrê Ermenîstanê

Ermenîstan wê ji bo vegera xebata çalek di Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de gavan neavêje.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, dema ku bendên li ser hevkarîya di formatên piralî de raber kirîye, ku di bernameya pêş-hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar de cîh girtine, gotîye.

Nîkol Paşînyan gotîye:”Wek ku hûn zanin, endametîya Komara Ermenîstanê di  Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de qerimandîye û ji bo vegera çalakîyê tu gav nayên avîtin. Û ev di bernameya me ya berîya hilbijartinê de hatîye tomar kirin”.

Paşînyan behsa beşdarbûna Ermenîstanê di formatên din yên piralî de kirîye û destnîşan kirîye ku beşdarbûna Komara Ermenîstanê di formatên piralî de ji bo ku polîtîkayeke der ya hevseng û hevsengtir bi bandortir bibe girîng e.

Serokwezîr gotîye: “Komara Ermenîstanê wê wek endameke çalak ya Netewên Yekbûyî û sazîyên wê yên pispor, Konsêya Avropayê, Organîzeya Hevkarî  û Ewlehkarîya Avropayê, Hevalbendîya Welatên Serbest, rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyê û civaka sîyasî ya Avropayê bimîne. Komara Ermenîstanê her wiha bûye endama konsêya aşîtîyê ya ku ji alîyê serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ve hatîye destpêkirin û wê xebata xwe di wê formatê de bidomîne”.

Ewî bîr xistîye ku ji cotmeha sala 2026 a pê ve, Komara Ermenîstanê wê serokatîya konfêransa 17 emîn ya Alîyan (COP 17) ya peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser cûre-cûrîya bîyolojîk bigire ser xwe, bi qasî du salan wek welatek ku di biryardana gerdûnî ya bi armanca parastina jîngehê de roleke navendî dilîze xizmet bike, ku ev yek wê ji Ermenîstanê re derfetên mezin bîne da ku xwe bi awayê çêtirîn him di asta jîngehê de û him jî di asta navneteweyî de bi cîh bike.

Serokwezîrê Ermenîstanê destnîşan kirîye ku “Em bi endametîya rêxistina hevkarîya Şanghayê re jî eleqedar in. Di çarçoveya sîyaseteke der ya hevseng û ji nû ve hevsengkirî de, Ermenîstan wê mijara beşdarbûna xwe yan hevkarîya xwe bi formatên din yên piralî re binirxîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button