H’emû nûçeSereke

Çalekîyên ku ji bo bernameya dirêjkirina temenê xebitandinê hatine plankirin li stansîya Mêsamorêye atomî têne bicîhanîn:Davît Xudatyan

Stansîya Mêsamorêye atomî niha çalekîyên ji bo dirêjkirina temenê xebata xwe didomîne.Ermenîstanê her wiha ji gelek welatan pêşnîyar wergirtîye ku stansîya atomîye nû ava bike.

Hevpeyvîna li gel “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê Davît Xudatyan behsa xebata dirêjkirina dema xebitandina stansîya atomî ya heyî dike.

“Niha stansîya atomî ji sîstema ênêrjîyê ya Ermenîstanê veqetandî ye, ev tê vê wateyê ku li wir di çarçoveya bernameya dirêjkirina dema xebitandinê de tedbîr têne bicîh kirin. Rawestandina plankirî wê bi qasî pênc mehan bidome. Ev bernameya dirêjkirina dema xebitandinê ya herî dirêj e. Em bi gelemperî her sal stansîya atomî ji bo heyamê ji mehekê heta çil rojan dixin bernameya tedbîran, wê ji sîstema ênêrjîyê ya giştî qut bikin. Bernameya pênc mehî wek normal berdewam dibe, piştî temamkirina wê dema xebitandina stansîya atomî wê bê dirêj kirin. Fikirên me ew in ku em stansîya Mesamorêye atomî di sîstema ênêrjiyê de bihêlin heya ku avakirina stansîya atomî ya nû biqede”,-wezîr gotîye.

Derbarê avakirina stansîya atomîye nû de, Xudatyan tekez kirîye ku hukumeta Ermenîstanê ragîhandiye ku ew rêya avakirina stansîya atomî yên modular yên biçûk dişopîne.

“Me ew wek celeb hilbijartîye û em di vê qonaxê de ne di lezê de ne ku biryar bidin ka em ê kîjan modêlê hilbijêrin û di encamê de, pêşniyara kîjan welatî em ê tercîh bikin ji ber ku wextê me heye, ji ber ku bernameya dirêjkirina temenê xebitandina stansîya Mêsamorêye atomî derfetê dide me ku em pir lez nekevin. Ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de em ê li ser modêlê jî biryarê bidin, em ê li gorî modêlê bi pargîdanîya peymankar re li hev bikin. Piştî vê yekê, stansîya atomîye wê bi rastî bibe ştansîya avakirinê li Ermenîstanê û wê vê statuyê ji bo demeke dirêj biparêze, ji ber ku em li ser veberhênanên çend mîlyard dolarî û şansîyake bi nirxa çend mîlyard dolarî diaxivin”,-Xudatyan gotîye.

Xudatyan gotîye:”Ne tenê ji Rûsyayê û Dewletên Yekbûyî, lê di heman demê de ji Çînistnê, Korêayê û Fransîyayê jî pêşnîyarên me hene. Tîmên me, li gorî hewcedarîyê, çûne wan welatan da ku ezmûna wan li cihê xwe lêkolîn bikin.Têknolojî bi gelemperî, ne pir kevin e, ew bi lez diguhere, ji ber vê yekê em hîn ji bo dayîna biryaran lez nakevin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button