SerekeSîyasî

Paşînyan piştrast e ku xebata li ser bingeha projeya TRIPP wê sala 2026 a de dest pê bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştrast e ku xebata li ser pêkanîna projeya TRIPP wê  sala 2026 a de li ser erdê dest pê bike. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda dema ku bernameya berîya hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar  raber kirîye, gotîye.

“Ez piştrast im ku em ê sala 2026 a de dest bi xebata li ser erdê bikin.Bi hesabê min tiştê herî bilez ew e ku xetên êlêktrîkê bikevin xebatê. Ev proje wê gelek kar jî biefirîne û ez hêvî dikim ku em ê bi rêya welatîyên ermenî kar peyda bikin û hevaltî neçar nabin ku ji welatên din karkeran bişînin”.

“Ji nû ve avakirina beşên rîya hesin yên di navbera sînorê Gumirîyê-Tirkîyayê û sînorê Yêrasxê-Naxçêvanê de, em ê vê yekê pir zû nava salekê-sal nîvekê de bikin”,-Paşînyan gotîye.

Yek ji xalên di beşa “Pêşveçûna aborî” ya bernameya hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” de behsa destpêkirina xebata li ser pêkanîna projeya veberhênanê ya TRIPP ê dike, bi kêmanî bi destpêkirina binesazîya rîya hesin û veguhestina hêzê.

Yek ji xalên di heman beşê de jî derbarê ji nû ve avakirina beşên rîya hesin yên sînorê Gumirîyê-Tirkîyayê û sînorê Yêrasxê-Naxçêvanê de ye.

Tê destnîşankirin ku vekirina tevahî ya binesazîya veguhastinê ya herêmê, tevî pêkanîna projeya TRIPP û xebitandina rîya hesin ya Gumirî-Qersê, ne tenê wê aşîtî û hevkarîyê li herêmê qewînttir bike, lê di heman demê de wê veguhêrîne navendeke girîng ya girêdana rojhilat-rojavayê û bakûr-başûr, xaçerêya aşîtîyê.

TRIPP projeyeke veberhênanê ya hevbeş ya Ermenîstan û Amêrîkayê ye, ku lihevkirin li ser wê 8 ê tebaxê  di dema civîna aşîtîyê ya Ermenîstan û Adirbêcanê li Waşîngtonê bi navbeynkarîya serokê Amêrîkayê Donald Trîmp, hatîye kirin. TRIPP wê girêdana beşa sereke ya Adirbêcanê bi Naxçêvanê re jî mîsoger bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button