Dozeke tundûtûjîyê li dijî rojnamevanekî, 29 dozên binpêkirina mafan hatine tomarkirin:serokê komîtêya azadîya parastinê çaryek kurteber kirîye

“Ez îro bi mizgînîyekê hatim vir. Di çaryeka yekem ya sala 2026 a, heger em wê bi heman serdema sala borî re bidin ber hev, hejmara binpêkirinên mafên rojnamevan û dezgehên medyayê di hemû katêgorîyan de kêm bûye. Di çaryeka yekem de, hejmara giştî ya binpêkirinan di hemû katêgorîyan de 30 e. Yek ji wan şîdeta fîzîkî ye, heft binpêkirinên mafê wergirtin û belavkirina agahdarîyê ne û 22 jî cûreyên cûre-cûre yên zextê ne. Ev dikarin gef bin, ew dikarin Facebook bin, ji ber vê yekê heqaret, buxdanbin”,- derheqa wê yekêda, serokê komîtêya parastina azadîya derbirînê Aþot Mêlîkyan, li civîna çapemenîyê ya vexwendî de, ku tê de kurteya çaryeka yekem ya sala 2026 a hatîye kirin, gotîye.
Mêlîkyan behsa bûyereke şîdeta fîzîkî ya tomarbûyî kirîye û rave kirîye ku bûyer li parlamêntê qewimîye:
“Dema ku rojnamevanek ji ber hincetên nakok ji akrêdîtasyona xwe hatibû standin, ji alîyê memûrên ewlehîyê ve bi zorê ji parlamêntê hatîye derxistin. Ev yek hîn jî di nav civaka rojnamegerîyê de dibe sedema niqaşên cûre-cûre, lê me ji destpêkê ve di vê mijarê de daxuyanîyek daye. Em ê pêşketinan ji nêz ve bişopînin, nemaze ji ber ku ew rojnamevan di dadgeha yekem de di îtîrazkirina wê biryarê de serketî bûye”.







