SerekeSîyasî

Parlamênta Avropayê pêşnûmeyek ji bo piştgirîya berxwedana dêmokratîk ya Ermenîstanê pejirandîye

Civîna giştî ya  parlamênta Avropayê wê li ser biryarnameyeke li ser Ermenîstanê dengdan hatîye kirin, ku piştgiriya Yekîtîya Avropayê ji bo pêşkeftina dêmokratîk, pêvajoya aşîtîyê û rêformên Ermenîstanê ber bi întêgrasîyona Avropayê ve piştrast dike.

Wek ku peyamnêrê “Armenpress” ê ji Bryûsêlê ragîhandîye 476 parlamêntvana dengê erê, 47 li dijî û 48 jî bêalî dane.

Ev biryar piştgirîya lidarxistina hilbijartinên parlamêntîyê yên azad, dadperwer û aştîyane li Ermenîstanê hezîrana sala 2026 a de dike û tekez dike ku encamên hilbijartinan divê bi tenê ji hêla gelê ermenî ve bên destnîşankirin. Belge serxwebûna rêveberîya hilbijartinê, şert û mercên kampanyayê yên wekhev, pirrengîya medyayê û parastina tevahî ya azadîyên bingehîn girîng dibîne. Di heman demê de, behsa pêwîstîya têkoşîna li dijî dêzînformasyon, fînansmana neqanûnî û bertîlxurîya hilbijartinê dike.

Herwiha biryar girîngîyeke taybetî dide lidarxistina civînên bilind yên civata sîyasî ya avropî û Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê yên ku gulana sala 2026 a li Yêrêvanê têne plankirin, wek nîşaneke sîyasî ya girîng ya hevgirtinê bi Ermenîstanê re.

Parlamenta Avropayê her wiha daxwaza zêdekirina alîkarîya darayî û têknîkî ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê dike, bi taybetî di warên ênêrjî, berxwedana dîjîtal û aborî de. Biryarname pêşwazîya berfirehkirina mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê û hevkarîya bi civaka sîvîl re dike.

Wekî din, belge piştgirîyê dide normalîzasîyakirina têkiliyên Ermenîstan-Tirkîyayê bi armanca vekirina sînoran û aramîya herêmî.

Biryarname bi tundî manîpulekirina agahîyên derveyî û hewldanên destwerdanê şermezar dike, bi taybetî çalakîyên Rûsyayê û torên wê yên bandorê, di nav de êrîşên sîber û dêzenformasîyonê, destnîşan dike.

Bi vî awayî, biryara ku ji alîyê  parlamênta Avropayê ve hatîye dengdan, pêwîstîya bi hilbijartina dêmokratîk û serwêr ya Ermenîstanê, rêça avropî, aşîtîya herêmî û berxwedana li dijî destwerdana der tekez dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button