
Ermenîstanê û Tirkîyayê çarçoveya civîna sîyasî ya Avropayêye li Yêrêvanê, li ser sererastkirina pira Anîyê mêmorandûm ji bo têgihîştinê îmze kirine.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye.
“Çarçoveya civîna civaka sîyasî ya avropî de bi cîgirê serokkomarê Tirkîyayê re danûstandineke berhemdar ya ramanan pêk hatîye. Mijarên hevkarîya dualî û herêmî hatine niqaşkirin. Me îmzekirina protokola li ser sererastkirina hevbeş ya pira dîrokî ya Anîyê silav kirîye”,- serokwezîr nivîsîye.
Cîgirê serokkomarê Tirkîyê Cêvdêt Yilmaz, mîkrobloga X ê de destnîşan kirîye ku ewî li Yêrêvanê bi serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan re hevdîtina berfireh û berhemdar kirîye.
Li gorî wî, wextê hevdîtinê de mijarên têkilîyên dualî hatine niqaşkirin.
Cîgirê serokkomarê Tirkîyayê destnîşan kirîye: “Hevdîtina me ya bi Paşînyan re, me têkilîyên xwe yên dualî bi berfirehî nirxandin. Her wiha me derfet dît ku em li ser gavên ku armanc dikin qewînkirina binesazîyên veguhastinê, gumrikê, ênêrjîyê û dîjîtal û têkiliyan niqaş bikin”.
Yilmaz her wiha bal kişandîye ser pêşketinên ku di pêvajoya çareserîyê de têne çêkirin.
“Em bi taybetî kêfxweş in ku gavên hevbeş yên avakar yên di çarçoveya pêvajoya çareserîyê de hatine avîtin, dibin sedema pêşketinên berbiçev”,-ewî nivîsîye.
Yilmaz behsa sererastkirina pira Anîyê kirîye û destnîşan kirîye ku îmzekirina mêmorandûma têgihîştinê li ser ji nû ve avakirina hevbeş ya pira Anîyê wê di efirandina hawîrdorek saxlem ji bo aşîtî û ewlehîyê de jî beşdar bibe.
Ewî tekez kirîye ku Tirkîya wê piştgirîya hevkarîya herêmî bidomîne.
“Li ser bingeha aşîtî, dîyalog û aramîya herêmî, em ê bi biryardarî nêzîkatîya xwe ya ji bo pêşvebirina bicîhbûnê li Başûrê Kafkasîyayê, berfirehkirina hevkarîya aborî û qewînkirina têkilîyên mirovan bidomînin”,- Yilmaz destnîşan kirîye.
Cîgirê serokkomarê Tirkîyayê ji bo mêvanperwerîya serokwezîr Paşînyan spasîya wî kirîye û hêvî kirîye ku ev civîn wê bibe sedema pêşketinên erênî yên din.
Protokola li ser pêkanîna xebatên sererastkirina pira Anîyê (Rîya hevirşim) ya dîrokî ku li ser sînorê Komara Ermenîstanê û Komara Tirkîyayê ye, ji alîyê cîgirê serokê parlamênta Ermenistanê, nûnerê taybet yê pêvajoya normalîzasîyakirina Ermenîstan-Tirkîyayê Rûbên Rûbînyan û balyoz, nûnerê taybet yê pêvajoya normalîzasîyakirina Tirkîyayê-Ermenîstanê Serdar Kiliç da hatîye îmzekirin.







