
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya civîna civaka sîyasî ya Avropayê de rastî serokê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda beşa agahdarî û têkilîyên giştî ya ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê daxuyanîek belav kirîye.
Wextê hevdîtinê, alîya pêrspêktîvên pêşxistina hevkarîya dualî ya Ermenîstan-Ûkraînayê nîqaş kirine û girîngîya kûrkirina hevkarîyê di warên berjewendîya hevbeş de tekez kirine.
Herwiha di hevdîtinan de li ser pêşketinên herêmî û cîhanî jî nêrîn hatine parvekirin.
Pêdivîya pêşxistina aştîya aram û mayînde hatîye tekez kirin.







