SerekeSîyasî

Elîyêv şerê zanînî li dijî Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê berdewam kir, lê Paşînyan avaker bû, ne ku aştîyê têk da: Sosî Tatîkyan li ser axaftinên li civîna civaka sîyasî ya avropî

Îmzekirina belgeya bingehîn ya li ser hevkarîya stratejîk ya di navbera Ermenîstan û Fransîyayê de di çarçoveya civîna civaka siyasî ya avropî de ku li Ermenistanê hate lidarxistin, qonaxek nû di têkiliyên dualî de vedike. Bi vê boneyê, di hevpeyvînekê de bi Factor TV re, hevdamezrîner û seroka navenda Yêrêvanê ya kar û barên der û ewlehîyê Sosî Tatîkyanê, ne tenê rêça civînê, lê di heman demê de pirsgirêkên hîbrîd yên ku Ermenîstan pê re rû bi rû ye jî nirxandîye.

Tatîkyanê axaftinên serokên Ermenîstan û Adirbêcanê wek “pir pêşbînîkirî” nirxandîye.

Tatîkyanê gotîye:”Serokwezîrê me avaker e, ji her formulasîyonên ku dikarin pêvajoya aşîtîyê têk bibin dûr dikeve. Û serokkomarê Adirbêcanê şerê xwe yê qaşo nasnameyî didomîne, ku di rastîyê de him li dijî Ermenîstanê û him jî li dijî Yekîtîya Avropayê ye”.

Li gorî wî, ev sîyaseta Adirbêcanê herî kêm ji îlona sala 2023 a vir ve berdewam dike, bi armanca ku rola navbeynkarîyê ya Yekîtîya Avropayê bê rewa bike.Tatîkyanê xemgîn dibîne ku çalakîya ku li Ermenîstanê tê lidarxistin ji hêla Adirbêcanê ve tê bikar anîn da ku kiryarên ku li Qerebaxê têne kirin rewa bike.

Tatîkyanê her wiha bal kişandîye ser qewînkirina hevkarîya aborî di du salên borî de û bal kişandîye ser beşdarîya hevaltîyên fransî di pêşxistina binesazîya Ermenîstanê de, bi taybetî Syûnîkê. Lê belê, li gorî wê, valahîyeke girîng heye: sêktora ênêrjîya atomî: “… Fransîya, ku welatê pêşeng yê avropî ye di wê sêktorê de, ku 60 selefê êlêktrîka xwe ji çevkanîyên  atomî werdigire, dikare ji bo me di wê sêktorê de lîstikvaneke pir girîng be”

Li gorî Tatîkyanê, divê Ermenîstan bi rêaktorên modular yên biçûk yên ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve têne peyda kirin razî nebe û divê hewil bide ku stansîya atomî ya navîn hebe ku şûna Mêsamorê bigire, bi berçevgirtina daxwaza zêde ya êlêktrîkê di warê zekaya sûnî de.

Li gorî Tatîkyan, her çend kampanîyayên ji Gurcistan yan Tirkîyayê tên jî bi awayekî demkî bin jî, kampanîyayên hibrid yên ji Adirbêcanê bi qasî yên ji Rûsyayê tên di şiddetê de ne. Di vê çarçoveyê de, rola mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê girîng e, tevî ku ew jî bûye hedefa kampanyayeke hevrêz ya Adirbêcanê û Rûsyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button