H’emû nûçeSereke

Pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “Concours Mondial de Bruxelles 2026”  wê di navbera 19-23 ê gulanê  li Ermenîstanê bê lidarxistin

Ji ber pêwîstiya bicîhanîna bernameya çalakîyên ji bo lidarxistina pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “Concours Mondial de Bruxelles 2026” li Komara Ermenîstanê, rêveberîya hukumetê biryarek girtîye. Li gorî vê, tê plankirin ku 684 mîlyon dramên pêwîst ji bo sala 2026 a bi rêya ji nû ve belavkirina çevkanîyên darayî yên ku ji hêla byûcêya dewletê ya sala 2026 a ya wezîreta aboriyê ve hatine veqetandin, ji fonda rezvanî û şerabê ya Ermenîstanê re bên veqetandin.

Wek ku wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan destnîşan kirîye, ew di formata xwe de bêhempa tê hesibandin, pêşbirka here mezin û bi prestîj ya cîhanê ye, ku xwedî 30 sal ezmûn e. Ew cara yekem e li herêmê tê organîzekirin û berê li Portûgalyayê, Îtalyayê, Îspanyayê, Mêksîkayê, Çînistanê û welatên din hatîye lidarxistin.

Wezîr daye zanîn ku pêşbirk wê di navbera 19-23 ê gulanê bê lidarxistin.Pêşbirka sê rojî wê li komplêksa sportê û konsêrtaye ser navê Karên Dêmîrçyan bê lidarxistin, ku nêzîkî 400 pisporên şerabê ji 65 welatan wê beşdar bibin, di nav wan de 120 bikirçîyên şerabê, 200 rojnamevan, blogêr,  pisporên şerabê yên bi nirxeke bilind wê nêzîkî 8 000 celeb şerab ji 60 welatan zêdetir binirxînin. Çarçoveya çalakîyê de wê civînên karsazîyê di navbera bikirçîyên şerabê, firoşkar û hilberînerên şerabê yên ermenî de bên lidarxistin. Serdanên herêmên şerabê, şerabxane û deverên dîrokî û çandî wê bên organîzekirin.Serdan wê bi bernameyên çandî re bên kirin, di nav de xwarinên kevneşopî, muzîka neteweyî û fêstîvalên folklorî. Di dema çalakiyê de, wê ji bo nêzîkî 30 rojnamevanan tûrên medyayê bên organîzekirin da ku nivîs û raporên li ser Ermenîstanê li ser platformên medyayê yên navneteweyî yên bi navûdeng werin veguheztin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button