H’emû nûçeSereke
Paşînyan vîdyoyên ji merasîma leşkerî ya ku wê 28 ê gulanê bê lidarxistin weşandîye /vîdyo/

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan vîdyoyên ji merasîma leşkerî ya ku wê roja Komarê, 28 ê gulanê bê lidarxistin, weşandîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji vîdyoyekêda dronek ya ku li Ermenîstanê hatiye çêkirin nîşan dide.
Vîdyoya din jî xuya dibe ku pergalên topxaneyên CAESAR yên ji Fransîyayê hatine kirîn nîşan dide.
Ji bo 28 ê gulanê li meydana Komarê merasîma leşkerî hatîye plankirin, ku di dema wê de çekên ku Ermenîstanê salên dawî de bi dest xistine wê bên nîşandayîn.
26 ê adarê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan civîna rojnamevanan de ragîhandibû ku 28 ê gulanê ne ewqas merasîmeke leşkerî ye, lê raporeke ji bo welatîyên Ermenîstanê ye.







