
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan elam kirîye ku ew ê beşdarî civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nebe ku wê 28 ê gulanê li Astanayê bê lidarxistin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda li civîna li rojnamevanan de gotîye.
Li gorî gotina serokwezîr, wextê hevdîtina 1 ê nîsanê bi Vladîmîr Pûtîn re, ewî agahdar kiribû ku ji ber kampanyayê, ew ê nikaribe him beşdarî çalakîyên 9 ê gulanê yên li Moskvayê û him jî civîna 28 ê gulanê ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe.
Serokwezîr elam kiribû ku ewî serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comert Tokayêv jî li ser vê yekê agahdar kiribû.
Paşînyan destnîşan kirîye ku civînêda şanda Ermenîstanê wê cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan raber bike.







