
Pêvajoya çareserîya aştîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, pêvajoya normalîzekirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de, projeyên girêdana veguhastinê li Başûrê Kafkasîyayê, mijarên aramîya herêmî û ewlehîyê û her weha nêzîkatiya Yekîtîya Avropayê ya li hember herêmê hatine niqaşkirin.
Şêwirmendê sereke yê serokkomarê Tirkîyayê yê ji bo sîyaseta der û kar û barên ewlehîyê Akif Kiliç rastî nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê ya ji bo Başûrê Kafkasîyayê û krîza Gurcistanê Magdalêna Gronoyê hatîye.
Girîngiya hewldanên hevbeş yên ji bo hewînkirina aşîtîya domdar û hevkarîyê li Başûrê Kafkasîyayê hatîye tekez kirin.







