
Berdewberê serokatîya Herêma Kurdistanê daxwaz kirîye ku hukumeta nû ya Îraqê bibe hukumeta hemî xelkê Îraqê û bingehên fêdêralî tê de reng bidin, herwesa mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.
Berdewberê serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab 14ê gulanê li Bexdayê ji dezgehên ragîhandinê re gotîye: “Li gorî qanûnê, serokê Herêma Kurdistanê ji rêkxistina peywendîyan di navbera deshilatên fêdêral û Herêma Kurdistanê de berpirsîyar e. Serokatîya Herêma Kurdistanê piştgirîya avakirina hukumeta nû dike”.
Berdewberê serokatîya Herêma Kurdistanê dîyar jî kirîye ku daxwaza wan du alî ye û gotîye: “Ya yekê em daxwazê ji hemû alîyên Kurdistanî dikin ku tevî duberekîyên sîyasî, lê pêdivî ye em di çarçoveyeke berfireh de li ser maf û berjewendîyên xelkê Kurdistanê yekdeng û yekhelwest bin”.
Dilşad Şehab li ser daxwaza duda jî gotîye: “Em daxwaz dikin ev hukumet ya hemû xelkê Îraqê be, kar û bingehên fêdêralî di nav vê hukumetê de reng bidin û hevdem mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî boparêze”.
Ev daxuyanîyên berdewberê serokatiya Herêma Kurdistanê di demekê de ne ku civîna parlamênta Îraqê bo dengdana li ser kabîneya Elî Zeydî seheta 17:00 a hatîye destpêkirin.
Hevdem, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi merema pişkdarîkirina di rûniştina encûmena nûnerên Îraqê û bawerîdana bi kabîneya wezarî ya Elî Zeydî de gihîşîyet avahîya parlamênta Îraqê.







