H’emû nûçeSereke
Alên Sîmonyan hejmara qurbanîyên ermenî di şerê 44 rojî de eşkere kirîye

Di encama şerê 44 rojî de, ji alîyê Ermenîstanê 3 833 kes hatine kuştin. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan ragîhandîye.
Ewî destnîşan kirîye ku “Ev hejmarên piştrastkirî ne, dozên cezayî hatine vekirin”.
Ewî her wiha hejmara texmînî ya kesên winda-nêzîkî 160 kes ragîhandîye.Sîmonyan muxalefetê bi wê yekê tawanbar kirîye ku di nirxandina xwe de, hejmara mirîya bi awayekî sûnî zêde kirîye.
Ewî pirsîye: “Çima hûn hewl didin ku li ser hesabê qurbanîyan qazancên sîyasî bi dest bixin?”.







