SerekeSîyasî

Derbarê vîdyoya ku tê de ji alîyê kesên rûpoş û çekdar ve gefên li dijî Paşînyan tê de hene, lêpirsîna cezayê hatîye destpêkirin

Derbarê vîdyoya ku tê de gef û heqaret li serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan tê de hene, dozên cezayê hatine destpêkirin.

“Armenpress” ji komîtêya lêpirsînê ya Komara Ermenîstanê derbarê vê yekê de agahdar bûye.

“Li gorî raporta ku ji polîsên wezîreta karên navxweyî yên Ermenîstanê wergirtîye, kesên nenas, bêyî destûra ku ji alîyê qanûnê ve hatîye dayîn, daneyên ku di toreke kompyûtêrê de hatine hilanîn desteser kirine ku ne ji bo karanîna giştî ne û bi karanîna amûrên ragîhandinê yên kompyûtêrê hatine veguheztin û ji ber nefret û bêtehamûlîyê, di weşana zindî de, di gel holîganîzmê, vîdyo belav kirine ku tê de gefên rast yên kuştinê li dijî serokwezîrê Ermenîstanê di derbarê çalakîyên wî yên dewletî û sîyasî de, ji ber nêrînên sîyasî, tê de hene. Li ser dozên amadekarîya kuştinê, sabotajkirina kompyûtêrê û belavkirina neqanûnî ya çek û cebilxaneyê ji hêla komek kesan ve, dozên sûc hatine destpêkirin. Ji bo eşkerekirina nasnameya kesên ku sûc kirine, lêpirsînek pêşin tê meşandin”,- komîtêya lêkolînê ya Ermenîstanê ragîhandîye.

18 ê gulanê, vîdyoyek li ser întêrnêtê belav bûye, ku tê de komeke kesên rûpoş û çekdar gefê li serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dixwin û çêra li wî dikin.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di dema kampanya hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” li Erebkîrê de jî bersiv da vîdyoyê.

Paşînyan gotîye: “Ew maske li xwe dikin, qaşo ew xortên bihêz in, lê hûn dizanin çima ew maske li xwe dikin, ji ber ku gava ew maskeyên xwe derxînin, em ê bibînin ku ev kesên ku leşkerên me hiştin û revîyane, ez ji vê yekê jî dûr naxim ku ew kesên ku ji pişt ve gule berdane ne. Baş e, maskeyên xwe derxînin, derkevin, bila ez bibînim hûn kî ne. Werin Ermenîstanê, vîdyoyek bi maske û mitralyozan çêbikin, belav bikin. Ez ê yek bi yek bibînim ka hûn kî ne. Maskeyên xwe derxînin û xwebexş bibin. We zarokên me di mewzîyan de bi tenê hiştin û revîyan, rezîl, sextekar. Hûn bi leza “Fêrarîyekê” revîyan, hûn kî ne ku biaxivin? Werin û ji me re bêjin ku me zarokên xwe feda kirin. Hûn ji mewzîyan revîyan. Em ê we yek bi yek bînin ser çokên we, em ê ji we hesab bipirsin ku we zarokên me bi tenê hiştin û revîyan”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button