
Kovara rûsî The Insider ê gotareke berfireh derbarê bandora muhtemel ya Rûsyayê berîya hilbijartinên parlamêntîyê li Ermenistanê weşandîye û her wiha behsa Samvêl Karapêtyan, serokê bloka “Ermenîstana bi hêz” û Gagîk Sarûkyan, serokê partîya “Ermenîstana pêşketî” kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, The Insider bi îdîaya ku sala 1999 a de, di belgeyên pasaporta bîyanî ya Samvêl Karapêtyan de ku li Kalûgayê hatine bidestxistin, di beşa “cîhê kar” de (“Navenda agahdarîyê ya sêrvîsa ewlekarîya Fêdêral ya Rûsyayê”) hatîye nîşandan. Kovar, bi îdîaya çavkanîyeke nenas, dinivîse ku li gorî karmendekî berê yê pergala sepandina qanûnê ya Rûsyayê, notên weha dikarin di doza kesên bi xizmetên taybet ve girêdayî de bên bikar anîn.
Gotarê de her wiha tê destnîşankirin ku Samvêl Karapêtyan niha ji ber bangên giştî yên ji bo desteserkirina desthilatdarîyê û şûştina pera di bin girtinê de ye. Di heman demê de, tê destnîşankirin ku ewî piştî daxuyanîyên serokwezîr Nîkol Paşînyan bi eşkereyî parastina katolîk Garêgîn B kirîye.
The Insider di gotarê de behsa Gagîk Sarûkyan jî kirîye û ewî wek “hevalekî din yê Krêmlê” bi nav kirîye.
Kovar dinivîse ku li Ermenîstanê, Sarûkyan bi çalakîyên xwe yên di sêktorên hilberîna şîr û konyakê de dewlemendî kom kirîye û li Rûsyayê ew yek ji damezrînerên hevaltîyên “Tîxîvz”, “J Învest” û “Êlît stroy” ê ye. Li gorî gotarê, ev hevaltî li herêma Moskvayê bi avakirina xanîyên êlît re mijûl dibin.
Kovar her wiha destnîşan dike ku partîya “Ermenîstana pêşkeftî” ya Sarûkyan sala 2019 a de bi partîya “Rûsyaya yekgirtî” ya Rûsyayê re mêmorandûmeke hevkarîyê îmze kirîye.Gotar her wiha destnîşan dike ku matêryalên ji şaxên tasfîyekirî yên rêveberîya serokatîya Rûsyayê derketine holê, kopyak ji pasaporta Sarûkyan û belgeyên darayî yên kampanya wî ya hilbijartinê ya sala 2017 a dihewîne.







