H’emû nûçeSereke

Rûsya wê ji 22 ê gulanê  îtxalata gulên ji Ermenîstanê sînordar bike

Xizmeta fêdêral ya çavdêrîya fêtêrînêr û fîtosanîtar wê ji 22 ê gulana sala 2026 a sînorkirinên demkî li ser hawirdekirina berhemên kulîlkan ji Ermenîstanê ferz bike.

Heta ku teftîşên çandinîyên serayê yên Ermenîstanê biqedin û encam bên analîzkirin, qedexe wê di merîyetê de bimînin.

Li gorî ravekirina wezîretê, ev biryar ji bo parastina ewlehîya fîtosanîtarî û potênsîyala hinardekirinê ya Rûsyayê hatîye dayîn.

Daxuyanîyê de tê destnîşankirin ku tevî garantîyên ku ji alîyê dezgeha mûayeneya ewlehîya xwarinê ya Ermenîstanê ve hatine dayîn jî, tespîtkirina hilberên karantînayê yên ji bo Yekîtîya Avrasîyayê berdewam dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button