H’emû nûçeSereke

Gotina tiştekî usa xapandin e: Ararat Mîrzoyan li ser hatina 300 000 azêrîya li Ermenistanê

Nûçegîhanê Factor TV ê ji wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li ser îdîayên opozîsyonê û bi taybetî yên “Ermenîstana qewîn” ku dibêjin heger partîya “Peymana sîvîl” bê hilbijartin 300 000 azêrî wê bên  Ermenîstanê û serokê partîyê Samvêl Karapêtyan vê dawîyê ev hejmar gîhandîye 500 000 kesan pirsîye.

“Birêz Mîrzoyan, muxalefet, ku ji hêla “Ermenîstana qewîn” ve tê temsîlkirin, berdewam dike ku heger hûn bên hilbijartin 300 000 azêrî wê bên Ermenîstanê. Hûn dikarin bi eşkereyî red bikin, garantî bikin û bêjin ku vegera 300 000 azerîya di tu şert û mercan de çênabe?”,- rojnamevan pirsîye.

Ararat Mîrzoyan  bersivê de dîyar kirîye ku pirsa usa qet nehatîye niqaşkirin, nayê niqaşkirin û wê neyê niqaşkirin. Serokê wezîreta  karên der wiha bersiv daye: “Ew  derew e û ew kesê ku tiştê usa dibêje, tenê bêrûmet îye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button