H’emû nûçeSereke
Gaveke nû di bazirganîya raste-rast de di çarçoveya pêvajoya çareserîyê de: Kiliç li ser vekirina rîya Axalkelek-Qersêye hesin bo Ermenîstanê

Nûnerê Tirkîyayêye ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê Serdar Kiliç, li ser rûpela X ê parve kirîye, ku tê de serokwezîr ragîhandibû ku rîya Axalkelek-Qersêye hesin ji bo hinardekirin û hawirdekirina ji Ermenîstanê bo Ermenistanê vekirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Kiliç nivîsîye: “Ev gaveke nû ye di bazirganîya raste-rast de di çarçoveya pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Tirkîyayê û Ermenîstanê de. Ez hêvî dikim ku ev gava nû, ku wê hevkarîya çaralî di navbera Tirkîyayê, Ermenîstanê, Adirbêcanê û Gurcistanê de jî pêş bixe û wê hevkarîya girîng li aşîtî û aramîya herêmî bike, wê ji bo van hemû welatan sûdmend be”,-li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Kiliç nivîsîye.







