SerekeSîyasî

Moskvayê daxuyanî bihîstîye ku Ermenîstan wê tevlî gotinên dijî Rûsyayê nebe: Pêskov

Berdevkê serokê Rûsyayêye çapemenîyê Dmîtrî Pêskov  elam kirîye ku Moskvayê daxuyanî bihîstîye ku Ermenîstan wê tevlî gotinên dijî Rûsyayê nebe.

Sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye dewletê Marko Rûbîo îro li Ermenîstanêye.Rojnamevanan texmîn kirine ku dibe ku di civînê de daxuyanîyên dijî Rûsyayê bên dayîn  û di vî warî de ji Pêskov hatîye pirsîn ka Krêml çawa li van pratîkan dinêre.

Pêskov ji rojnamevanan re gotîye: “Di demên dawî de, me ji him Paşînyan û him jî ji wezîrê Ermenîstanêyî karên der daxuyanîyên ku Ermenîstan wê tevlî gotinên dijî Rûsyayê nebe bihîstine.Me ew daxuyanî bihîstine”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button