Di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de belgeyên dualî hatine îmzekirin

Sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê Marko Rûbîo û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan protokolên dualî yên têgihîştinê îmze kirine.
Merasîma ji bo îmzekirina belgeyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de pêk hatîye. Belge ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê Marko Rûbîo hatine îmzekirin.
Peymana çarçoveyê ya hevkarîya stratêjîk ya di navbera Komara Ermenîstanê û Dewletên Amerîkayêye Yekbûyîda de li ser projeya “Rêya Tramp ber bi aşîtî û refaha navneteweyî” hatîye îmzekirin.Armanca wê kûrkirina hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, hevkarîya ewlehîyê û pêşxistina ragîhandinên herêmî ye.
Peymana hevkarîya stratêjîk ya berfireh di navbera Komara Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de hatîye îmzekirin.
Her wiha di navbera Komara Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de mêmorandûma çarçoveyê li ser mîsogerkirina dabînkirinê di warê derxistin û hilberandina madenên krîtîk de hatîye îmzekirin.
Piştî merasîma îmzekirina fermî, serokên wezîretên karên der yên her du welatan daxuyanîyên hevbeş yên çapemenîyê dane.
9 ê sibata sala 2026 a, serdana dîrokî ya cîgirê serokê Amêrîkayê Cêyms Vênse bo Yêrêvanê, peymana hevkarîya atomîye sîvîl hatîye îmzekirin.







