SerekeSîyasî

Welatîyên Ermenîstanê  gerekê biryarê bidin ka di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de bimînin yan  di Yekîtîya Avropayê de:Paşînyan

Welatîyên Ermenîstanê gerekê derfeta wane hilbijartina hebe gelo welat  di Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkîda yan jî Yekîtîya Avropayê de bimînin.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye.

Paşînyan tekez kirîye ku ew biryar gerekê gel bide.

Serokwezîr gotîye:”Divê gelê Ermenîstanê altêrnatîvek hebe: yan li Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda be yan jî li Yekîtîya  Avropayêde be. Ez ê biryarê nedim, ew ê ji  alîyê kesên bihêz, welatîyên Ermenîstanê ve bê biryarkirin”. Li gorî wî, erkê hukumetê ew e ku altêrnatîva welatîyan hebin.

“Ez dixwazim bêjim ku hevkarên me, yên ku heta bi gefên veşartî bersivê didin van pêvajoyan, di rastîyê de li dijî xwe tevdigerin.Berevajî vê, divê ew pêşnîyaran  raberî gelê Ermenîstanê bikin, bêjin em ê vê tiştê baş bikin, em ê vê tiştê baş bikin. Lê li şûna wê ew dibêjin, em ê vê tiştê xirab bikin, em ê vê tiştê xirab bikin. Ev nelojîk e.”

Herwiha nelojîk e ku meriv Ermenistanê, bo nimûne, bi bihayên bilind tehdît bike, ji ber ku bersivek ji bo wê tehdîdê heye: derfetên aborî yên pir mezintir wê hebin, da ku ev ji bo me nebe pirsgirêk. Îro, Ermenistan dibe “Xaçerêya aşîtîyê”. Û ev tê vê wateyê ku Ermenîstan îdî nabe welatekî bi hezaran yan mîlyonan, lê  mîlyard û trîlyonan”,- Paşînyan tekez kirîye.

Berdevka wezîreta  Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê ragîhandîye ku alîyê Ermenîstanê nameyek ji wezîrê Rûsyayêyî ênêrjîyê Sêrgêy  Sîvîlîyov wergirtîye, ku ji wezîreta Ermenîstanêye rêveberîya herêmî û binesazîyê re hatîye şandin û wê bê lêkolînkirin.

Li gorî medyaya Rûsyayê, nameyê de hatîye gotin ku heger Ermenîstan pêvajoya endametîya xwe ya Yekîtîya Avropayê bidomîne, Rûsya dikare bi yekalî peymanên li ser gazê, berhemên pêtrolê û dabînkirina almazên xav rawestîne yan jî betal bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button