Cîgirê serokkomarê Îranê beşdarî destpêkirina avakirina tûnêla Kacaranê bûye: ew ê 6 sala bidome

Merasîma destpêkirina fermî ya avakirina tûnêla Kacaranê bi beşdarbûna cîgirê serokkomarê Îranê Sêyêd Hemîd Pûrmûhammedî, cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî Davît Xûdatyan, nûnerên korpûsa dîplomatîk, parlamêntvanên Ermenîstanê û mêvanên din pêk hatîye.
Mêvana pêşîyê li her du tunelên ku li ser rîya Kacaran-Agarakêye 32 kîlomêtrê hatine kolandin gerîyane û bi karê mezin yê ku hatîye kirin bûne nas.
Piştî gerê, merasîma îmzekirina peymana çêkirina tûnela Kacaranê pêk hatîye.
Çêkirina tûnêla Kacaranê yek ji qonaxên Bakûr-Başûr e, ku wê rê bide piranîya beşa başûr Bakûr-Başûr, ku wek pêşînîyek tê hesibandin, bi tevahî bê xebitandin.
Bi çêkirina tûnêla Kacaranê, rîya heyî wê bi qasî 14 kîlomêtrê kurt bibe, leza navînî ya wesayîtan wê ji 50 kîlomêtr sehetî bigihîje 80 kîlomêtr sehetî û dema rêwîtîyê wê bi qasî 40 deqeyî kêm bibe.
Tûnêl wê ji rêya çîyayê Mêxirîyê derbaz bibe, ku li bilindahiya 2,535 mêtrê ji asta behrê ye, ev yek wê asta ewlehîya rîya bi girîngî zêde bike û her weha wê derfetekê biefirîne da ku ji zehmetîyên têkildarîya mîsogerkirina derbazbûna rîya çîyayê Mêxirîyê zivistanê dûr bikevin.
Projeya çêkirina tûnêla Kacaranê wê bi 200 mîlyon dolarî ku ji alîyê fonda Avrasyayê ya ji bo îstîqirar û pêşveçûnê ve hatîye veqetandin û bi qasî 195 mîlyon dolarî hevfînansekirina ji Komara Ermenîstanê ve bê bicîh kirin.
Karê avakirinê wê sala 2026 a de dest pê bike û tê payîn ku di nav 6 salan de biqede.
Proje ne tenê tûnêla Kajaranê, bi dirêjahya giştî ya 7.2 kîlomêtrê, lê di heman demê de bi qasî 4 kîlomêtrî rêyên nêzîkbûnê jî ava dike.
Rîya ku di hundirê tûnelê de bê çêkirin wê du rêyên trafîkê û rêyên peyayan bi firehîya giştî ya 10.6 mêtrî hebe.
Ji bo ku wesayît di rewşên awarte de rawestin, tê plankirin ku her 250 mêtrên rêça trafîkê ya tûnelê bi 3 mêtrên din firehtir bibe. Her wiha di bin tûnelê de ji bo valakirinê di rewşên awarte de wê derketin bê çêkirin.
Ji bo çêkirina tûnela Kacaranê û rêyên nêzîkbûnê wê bi hevkarîya îranî “Abat Rahan Pars Întêrnêyşnl grûp” ê û “Tûnêl Sad Arîana” ê re peyman bê îmzekirin.
Projeya çêkirina tûnela Kacaranê ji alîyê fonda Avrasîyayê ya ji bo îstîqirar û geşepêdanê û hukumeta Komara Ermenîstanê ve tê fînansekirin.







