H’emû nûçeSereke
Paşînyan ji bo beşdarbûna merasîma definkirina Elî Xamênêyî çûye Îranê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan îro ji bo beşdarbûna merasîma definkirina rêberê bilind yê Îranê Elî Xamênêyî çûye Îranê. Derheqa wê yekêda Paşînyan 2 ê tîrmehê di civîna çapemenîyê ya hukumetê de ragîhandîye.
Serokwezîr gotîye: “Ez ê ji bo beşdarbûna merasîma definkirina Elî Xamênêyî herim Îranê. Wê bi rêveberîya Îranê re têkilî hebin”.
Bidine kifşê ku merasîma xatirxwestinê ya Elî Xamênêyî wê ji 4 a heta 9 ê tîrmehê pêk bê.
Xamênêyî 28 ê sibatê, roja yekem ya êrîşên Amêrîkayê û Îsrayêlê, hate kuştin. Piştî mirina wî, kurê wî, Mocataba, bû rêberê bilind yê nû yê Îranê.







