Rayаdar cezayên ji bo bertîlxwarina hilbijartinan tundtir dikin

Pêwîst e cezayê dayîna bertîlên berîya hilbijartinê ji hilbijêran re bê tundkirin. Derheqa wê yekêda, parlamêntvanê partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar Vahagin Alêksanyan li parlamêntê 2 ê tîrmehê, di dema niqaşkirina pêşnûmeqanûna li ser guhartinên qanûna ceza de, gotîye.
Xudanên projeya ku armanca wê “zêdekirina bandora têkoşîna li dijî bertîlxarina hilbijêran” e, parlamêntvan Alên Sîmonyan, Arûsyak Cûlhakyan, Vahagin Alêksanyan, Alxas Gazaryan û Tagûhî Xazaryan (hemû ji partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar) in.
Li gorî axaftvanên sereke Vahagin Alêksanyan, pakêta qanûndanînê pêşnîyar dike ku cezayê dayîn, wergirtin û navbeynkarîya bertîlxwarina hilbijartinê bê hişk kirin û her weha qedexeyên pîşeyî yên hişk ji bo kesên ku sûcên weha dikin bê danîn.
Li gorî parlamêntvan, bertîl hîn jî yek ji gefên sereke yên li ser dêmokrasîyê ye, ji ber ku ew azadîya derbirîna welatîyan lawaz dike û bawerîya gel bi pêvajoyên hilbijartinê kêm dike. Li gorî pêşnûmeyê, kesên ku bi bertîldayîna hilbijêran hatine mehkemkirin wê ji mafê girtina postên dewletê, şaredarî, îdarî û îhtîyarî bêpar bimînin. “Kesên ku postên dewletê û şaredarî digirin, fûnksîyonên desthilata giştî pêk tînin. Ji ber vê yekê, divê standartên bilind yên reftarên baş, rastgoyî û bawerîya gel li ser wan bên sepandin”,- parlamêntvan tekez kirîye.
Niha, qebûlkirina bertîlê berî hilbijartinê bi heta 7 sal cezayê girtîgehê û dayîna bertîlê jî bi heta 8 sal cezayê girtîgehê tê cezakirin. Niha tê pêşnîyarkirin ku cezayên girtîgehê bi rêzê ve 9 û 10 sal bin.







