Bankên Yekîtiya Avrasîyayêye Êonomîkî, di nav de Ermenîstan jî, şertên ji bo rublîyên dravî di hesaban de hişktir kirine

RBC dinivîse ku hin bankên di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de (ku Rûsyayê, Ermenîstanê, Bêlarûsê, Qazaxistanê û Qirqizistanê dihewîne) ji hezîranê ve şertên ji bo razandina pereyan bi rûblîya rûsî hişktir kirine.
Bankên li welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi zêdehîya pereyê neteweyî yê Rûsyayê re têdikoşin, ku di hesaban de karanîna wê dijwar e û hilanîna wê jî biha ye. Di encamê de, yek li dû yekê wan dest bi danîna xerc û sînorkirinên ji bo razandina pereyan bi rûbleyê kirine.
Tê destnîşankirin ku here kêm heyşt bankên Bêlarûsê ji bo razandina rûblîyên drav li hesabên heyî yên niştecîhên neniştecîh komîsyonek 2-5 selefê destnîşan kirine, ku ji sêyeka hemû sazîyên darayî yên ku li Bêlarûsê dixebitin (Alfa-Bank, Belarûsbank, BelVEB, BNB-Bank, MTB ank, Sberbank, Technobank û Zepter Bank) zêdetir e.
TsentrCredit ya Qazaxistanê jî heman tiştî kirîye û ji bo kesên neniştecîh yên ku rûblîya drav bi rêya maseyên kasayê, termînalan û ATM an qebûl dikin komîsyonek ji 5 selef da destpêkirin. EcoIslamicbank a Qirqizistanê ragîhandîye ku ji bo emanetên rûblîya drav û veguheztinên SWIFT komîsyonek ji 5 selef da destpêkirin.
Seroka bankayê li FTL Advisers ê Olga Bûrsêvayê ji ajansa nûçeyan re got ku hin bankên Ermenîstanê mûameleyên rûblîya drav ya Rûsyayê, di nav de emanetên di hesaban de, bi tevahî rawestandine.
“Danûstandinên bêpere yên bi rûblîyên rûsî di heman şert û mercan de berdewam dikin û ev faktora sereke ye ku piştrast dike ku pirsgirêk tenê bi pereyan ve girêdayî ye”.
Tê zanîn ku ne bankên Bêlarûsê, Qazaxistanê û ne jî yên Qirqizistanê bi fermî sînorkirinên li ser danûstandinên bêpere yên bi rûblîyên rûsî ragîhandine.







