SerekeSîyasî

Wezîrê  Îsrayêlêyî karên der li ser naskirina jênosîda Ermenîyan: bi texmîna min, ev erkê me yê exlaqî ye wek cihûyan

Wezîrê Îsrayêlêyî karên der Gîdêon Saar, piştî ku kabînêya welêt bi yekdengî biryara naskirina jênosîda Ermenîyan pejirandîye, gotareke kurt  raber kirîye û tê de behsa sedemên naskirina vê sûcê li dijî mirovahîyê kirîye.

Li gorî Saar, “ji bo avîtina gava rast qet ne dereng e”.

“Îro, hukumeta Îsrayêlê biryarnameyek ku min  raber kirîye û jênosîda Ermenîyan nas dike, pejirandîye.

Ev jênosîd 100 sal berê qewimîye û li ser rastîyên dîrokî tu nakokîyeke rast tune”.

Ew kuştina mîlyonek û nîv kesan û wêrankirina mîrata çandî û dîrokî ya kevinar dihewîne. Bi texmîn min, ev erkê me yê exlaqî ye wek cihûyan û bê guman, wek dewleta gelê cihûya,biryara ku me îro pejirandîye hatîye dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button