CivakH’emû nûçe

Hevkarîya Ermenîstan û Amêrîkayê di warê madenên krîtîk de hatîye niqaşkirin

Balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî Narêk Mkrtçyan  rastî rêvebirê ofîsa bernameyên navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî Wîlyam Kanînghêm, hatîye. Alîyan li ser ezmûna Dewletên Yekbûyî  di pêvajoya avakirina lêkolîna jêolojîk de, qadên hevkarîyê yên gengaz û her weha derfetên pêşxistina hevkarîya Ermenîstan-amêrîkî di warê mîneralên kêm û krîtîk de niqaş kirine.

Ezmûna Dewletên Yekbûyî di pêvajoya çêkirina lêkolîneke jêolojîk de û qadên muhtemel yên hevkarîyê yên li ser bingeha wê hatine niqaşkirin û her wiha li ser îmkanên pêşxistina hevkarîya Ermenîstan-amêrîkî di warê mîneralên kêm û krîtîk de jî haîyet sekinandin.

Di daxuyanîya balyozxana Ermenîstanêye li Amêrîkayê de wiha tê gotin: “Di dema axaftinê de, girîngiya hevkarîyê di çarçoveya peymana hevkariya stratêjîk ya berfireh ya ku  meha gulanê de hatîye îmzekirin û mêmoranduma çarçoveyî ya li ser mîsogerkirina dabînkirinê di qada derxistin û pêvajokirina madenên krîtîk û erdên kêm de hatîye tekez kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button