H’emû nûçeSereke

Pêrspêktîvên pêşxistina hilberîna hîdrojêna kesk li Ermenîstanê di bin serokatîya serokwezîrê Komara Ermenîstanê de hatine nîqaşkirin

Bin serokatîya serokwezîr Nîkol Paşînyan de şêwirmendî hatîye lidarxistin, ku di dema wê de pêrspêktîvên pêşxistina hilberîna hîdrojêna kesk li Komara Ermenîstanê hatine nîqaşkirin.

“Hatîye bibîrxistin ku di çarçoveya pêncemîn civîna komîtêya veberhênanê de, biryar hatîye dayîn ku komeke xebatê ya ku bi pirsgirêkên hîdrojênê re mijûl dibe bê efirandin, ku wê li ser pêşxistina sêktora hîdrojêna kesk, avantaj, rêbazên hilberînê û têknolojîyên wê xebatê bike. Hatîye tekez kirin ku armanca vê şêwirmendîyê ew e ku pêşnîyarên ku di encama lêkolînên koma xebatê û hevaltîyên şêwirmendîyê de li ser pêşxistina hilberîna hîdrojêna kesk li Ermenîstanê hatine pêşxistin, bên niqaşkirin”,- li gorî ragîhandina “Armenpress” ê,  daxuyanî ji alîyê ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ve hatîye weşandin.

Piştre, çarçoveya yasayî ya ji bo pêşxistina hîdrojêna kesk, qadên sepandinê hatine  raber kirin û çareserîyeke stratêjîk ya demdirêj hatîye niqaş kirin, ku wê armanc bike ku pergala ênêrjîyê bêkarbonîze bike, pêşî li belavbûna gazên xav bigire, pêdivîyên taksonomîya kesk bicîh bîne. Hûrgulîyên li ser pêşnîyarên bernameyê yên ji bo hilberîna hîdrojêna kesk, bi taybetî, encamên lêkolînên gengazbûnê yên li ser hilberandin û întêgrekirina hîdrojêna kesk ji  alîyê hevaltîyên şêwirmendîyê “BDO ADVISORY” û “CIVITTA” ve hatine  raber kirin. Ssênarên kurtdem, navîndem û demdirêj ji bo pêşxistina hilberîna hîdrojêna kesk jî hatine nîqaş kirin.

Li ser lêkolîn û pêşnîyarên  raberkirî niqaşek hatîye kirin û çavdêrîyên li ser rêbazên hilberîna hîdrojêna kesk di veguhêrîna ênêrjîyê de hatine raber kirin. Serokwezîr girîngîya lêkolînên ku ji  alîyê koma xebatê û hevaltîyên şêwirmendîyê ve hatine  raber kirin tekez kirîye û pêwîstîya pêkanîna projeyeke pîlot ji bo hilberîna hîdrojêna kesk bi hevkarîya civaka zanistî û bi  raberkirina ezmûna navneteweyî tekez kirîye. Serokê dewletê talîmat daye ku di demek nêzîk de raportekê li ser xebata ku ji bo pêkanîna projeya pîlot hatîye kirin  bê raber kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button