
Biryara dawî ya hukumeta Îsrayêlê ya naskirina jênosîda Ermenîya ne naskirineke li ser asta dewletê ye, lê belê sîgnaleke sîyasî ye ku ji serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan re hatîye şandin. Derheqa wê yekêda damezrîner û rêdaktorê rojnama “Ermenîyên Îsrayêlê” Artyom Çêrnamoryan hevpeyvîna bi Factor TV ê gotîye.
Bîr bînin ku huhukmeta Îsrayêlê bi dengdanê bi fermî jênosîda Ermenîya nas kir û pêşnûmeya biryara wezîrê karên der Gîdnon Saar pesend kirîye. Tirkîyayê û Adirbêcanê biryara hukumeta Îsrayêlê bi tundî şermezar kirine.
Di daxuyanîya wezîreta Tirkîyêye karên der de wiha hatîye gotin: “Hukumeta Îsrayêlê, ku li ber çevên hemû cîhanê li dijî gelê Felestînê şedetîke sîstêmatîk pêk tîne û ji alîyê dadgeha navneteweyî ya edaletê ya Neteweyên Yekbûyî ve ji ber jênosîda li dijî gelê Gazayê tê darizandin, bi biryara xwe ya sîyasî ya derbarê bûyerên sala 1915 a armanc dike ku sûcên xwe veşêre”.
Adirbêcanê her wiha bang li hukumeta Îsrayêlê kirîye ku biryarê ji nû ve binirxîne.
Li gorî Artyom Çêrnamoryan, ev gava Îsrayêlê bi gotinên êrîşkar yên Êrdogan û daxuyanîyên ku heyîna dewleta Îsrayêlê tehdît dikin, girêdayî ye. Çêrnamoryan destnîşan kirîye ku “Ev tenê şemaqeke baş bû li rûyê Êrdogan. Îsrayêl îdî ji Tirkîyayê natirse û stratêjîya xwe ya li Rojhilata Navîn diguhêrîne” û tekez kirîye ku ji bo naskirina fermî ya jênosîda Ermenîya biryara Knêssetê pêwîst e.
“Dewletê bi hemû qanûnên xwe yên yasayî û yên binyasayî ev jênosîd bi fermî nas nekirîye û ez piştrast im ku ew ê jî nas neke. Û ev tenê daxuyanîyeke sîyasî bû”,-ewî tekez kirîye.
Çêrnamoryan bi bîr tîne ku sala 2016 a de, komîtêya Îsrayêlêye perwerdê, çandê û sportê ya parlêmênta Îsrayêlê (Knêssêt) biryarnameyek pejirandîye ku jênosîda Ermenîya nas dikir, lê hukumeta Bênyamîn Natanyahû li dijî vê yekê bû.
Her wiha Çêrnamoryan bawerîya xwe anîye ziman ku Adirbêcan û Îsrayêl di têkilîyên navxweyî de ne û Bekû ji vê biryarê pêşwext hatîye agahdarkirin.
“Têkilîyên Adirbêcan-Îsrayêlê wê ji vê yekê qet zirarê nebînin. Adirbêcan, wek dosteke baş ya Tirkîyayê, divîyabû çend hevok bigota. Wana ev kir da ku tozê bavêjin çevên gelê xwe.Îsrayêl ewqasî ji vê yekê bandor nebûye”,-Çêrnamoryan gotîye.







