Çand
Undabûna hebûna çandî

“Piştî k’omkujîya Ermenî hebûna çandîye ji alîyê ermenyên Bîngyolêda mayî, bere-bere unda dibe.Gelek cîyên dua’kirinê tên h’edimandinê, yên mayî jî çawa cîyê hespa didine xebatê. Nivîsarên hinek avayada ji cîyên wan hatine derxistinê”,- prêssa t’irkaye opozîsîon nivîsîye. Li neh’îya Bîngyolêye Adak’ilê hela hê dêreke ermenîye kevinar maye, navê k’îjanê e’yan nîne. Xudanê miqalê, yê ku li neh’îyên Bîngyolê ger’îyaye, dinivîse,wekî li ser r’îya berbi dêrê kevirên hinek avaya û dîzayna arxîtêktûryaê dibêjin,wekî dîroka ermenîyaye li vê herêmê ya dem dirêj bûye.







