Lêk’olîn

Lêk’olînên li bakûr-r’oavayê bajar’ê Wanê

Wextê lêk’olînên li bakûr-r’oavayê bajar’ê Wanê mîyaserkirî, hestûyên merivên qur’na Ûrartûyî hatine dîtinê. T’evî wan lêk’olîna bûne arxêologên ji ûnîvêrsîtêta Stembolê. Bi gotina wana ew hestûyê jinekêne, lê hestûyê sêrî t’unebûne, dîroka k’îjanê dighîje 27OO-salî. Xebatên lêk’olînê hema li wî cîyî mîyaser kirine, li k’îderê p’ayt’extê Ûrartûyê Tûşpa bûye.Bi sala xebatên lêk’olînê tên kirinê. Sala 2O17-a gola Wanêda jî kela sê h’ezar salî hatîye dîtinê.Bi gotina p’êşekzanê t’irka ew kela usa jî ya  hêna dewleta Ûrartûyê bûye. Em bîr bînin,wekî p’adişatîya Wanêye ermenî sedsalên 9-6-da, pêşîya zemanê me hebûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button