H’emû nûçeLêk’olîn

Ermenîstan amade ye heta meha mijdarê bi Adirbêcanê re li ser prînsîpên lihevkirî peymana aştîyê îmze bike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye ku Yêrêvan amade ye heta meha mijdarê bi Bakûyê re li ser esasê prînsîpên naskirî peymana aştîyê îmze bike.

Paşînyan îro di hevdîtina bi rojnamevanan re li ser daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê ya ku gotibû heta meha mijdarê dibe ku peyman bê îmzekirin, gotîye: “Ez bi fikra Îlham Elîyêv re ku peymana aştîyê heta mijdara sala 2024 a bê îmzekirin, qayîlim”.

“Ji ber vê yekê divê hemû prînsîpên lihevkirî di peymana aştîyê de bên tomarkirin û heger ez niha nebêjim ku em ê hefteya bê wê peymanê îmze bikin, ev tê wê wateyê ku heta niha lihevkirin pêk nehatiye”,- serokwezîr daye kifşê û hêvî dikin ku di civîna wezîrên karen der yên li Alma Atayê de pêşketin çêbibin.

10 ê gulanê,  li bajarê Qazaxistanêyî Alma Atayê wê rasthatina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der  Cêyhûn Bayramov pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button