Sîyasî

E’lmetîya serokê K’urdistanê

Serokê K’urdistanê e’lametîya r’esmî  derheqa wî ofîsêrê îraqîda bela kirîye, yê ku van axirîya ji k’urdekî ku ji Anfalê filitîye, de’w kirîye, ku ala K’urdistanê ji ser milê xwe hilde. Ew yek li provînsîya Îraqêye Mûtanayê qewimîye. Ew meriv li wêderê bûye, li k’îderê lêk’olîn dikirin, meg’berên cangorîyên Anfalê derdixistin.Peyî wê yekêr’a serokê provînsîya Mûtanayê baxşandin ji cime’ta K’urdistanê xwestîye û gotîye,wekî hindava wî ofîsêrî wê gavên anegor bêne avîtinê.Ev gav ji alîyê serokê K’urdistanêda hatîye silavkirinê. “Me careke mayîn e’lam kir,wekî kirinên wî cûr’eyî şe’detîya fe’mnekirin û qedirnegirtina konstîtûsîya Îraqê didin û ev qewimandin diha gelekî ya şexsîye, ya ku gerekê gavên neqanûnîye cabdayînê pêşda neyne.Em gerekê qedirê konstîtûsîyaê û h’emû mileta bigrin”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button