
Serokê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî bang li Avropayê kirîye ku piştgirîya mezin bidin welatên ku azadîya wan ji alîyê Rûsyayê ve tê astengkirin, di nav de Ermenîstan jî.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Volodîmîr Zêlênskî ev daxuyanî li ser rûpela xwe ya Facebookê piştî hevdîtina bi serokê sêrvîsa îstîxbarata Ûkraînayêye der Olêg Îvaşçênko kirîye.
“Em bawer dikin ku divê Avropa bi girîngî piştgirîyê bide her neteweyekê ku Rûsya bi diranên xwe pê ve girêdayî ye û hewl dide ku rê li ber gihîştina azadîyê bigire. Ev bi taybetî ji bo Ermenîstanê girîng e, berîya hilbijartinên li wî welatî. Ev ne tenê pirsa hilbijartina sîyasî ye. Ew li ser mafê bingehîn yê mirovan e ku pêşeroja xwe hilbijêrin. Avropa xwedî şîyanên pêwîst e ku qaîdeyên bingehîn yên ku her gav kar kirine biparêze û wê berdewam bike ku ji bo piştgirîya ewlehiyê bixebite”,-nava nivîsara wîda hatîye gotin.







