
Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî bangî parlamêntê kirîye, ku li ser qewînbûna sîyasetêye li K’urdistana Îraqê bixebitin. Serokê K’urdistanêyî berê derheqa wê yekêda wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya parlamênta K’urdistanê xeberdaye. Wextê r’asthatinê qewimandinên sîyasîye van dawîyaye li K’urdistanê û Îraqê hatine gotûbêjkirinê. Me’sûd Barzanî derheqa derbazkirina r’êformada û hazirkirina konstîtûsîa K’urdistanêye we’dê nihada daye dîyarkirinê. Ewî usa jî derheqa piştgirîya xweye hindava seroketîya parlamêntêda îzbat kirîye.Lîdêrê k’urd usa jî derheqa girîngîya hevk’arîya partîyaên sîyasîda xeberdaye.