
Lîdêrê k’urdî e’yan û sedirê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî dêlêgasîya partîya Dêmokrasîya Gela qebûl kirîye. Dêlêgasîya bi serk’arîya sedirê partîyaê Sêzayêm T’emelî derheqa h’alê sîyasîyî li T’irk’îyaê r’aberî Me’sûd Barzanî kirîye û daye dîyarkirinê,wekî partîya Dêmokrasîya Gela r’îya e’dil bona h’elkirina pirsgirêka k’urde li T’irk’îyaê diger’e.Endamên dêlêgasîyaê r’ola Me’sûd Barzanîye nava prosêsên sîyasîyêye li r’ohilat navîn û nava k’arê ç’areserkirina mafên k’urdada bilind qîmet kirine.Wextê gotûbêjkirina, Me’sûd Barzanî careke mayîn e’lam kirîye,wekî şer’ û zordarî nikarin t’u pirsa h’elkin, nava wanda usa jî pirsgirêka k’urd. Paşê ewî daye dîyarkirinê,wekî her p’arç’ekî K’urdistana mezin bi şe’detîyên xweva k’ifşe û partîyaên sîyasî gerekê van tişta h’esab hildin. Barzanî careke mayîn bangî partîya Dêmokrasîya Gela kirîye, ku ji şer’k’arîya e’dile bona h’elkirina pirsaye li T’irk’îyaê paşda nesekinin.







