H’emû nûçe

Yûnanstan nikare k’omkujîyên Ermenî û yûnanên Pontosê bîrke

Serokê K’omara Yûnanstanê Prokopîos Pavlûpûlos pêşîya seredana r’esmîye li Ermenîstanê e’lametîke cuda belav kirîye. “Heleqetîyên ermenîya-yûnana, yên ku gihîştine dereceke cuda, bi k’okên xweva diçine berbi we’dê kevinar û li ser dostîya qewîn, hevfe’mkirinê, hevk’arîya k’ardar hatine h’îmdanînê. Heleqetîyên me gihîştine asteke usa, yên ku ji heleqetîyên dualî destpê dibin û dighîjne hevk’arîya navnet’ewîye berfire, çimkî fikirên meye derheqa cêrge pirsên navnet’ewîda hev digrin, yên ku derheqa aşîtîyê, mafên mêriv û heqîtîya sosîyalîdanin. Hevk’arîya Yûnanstanê, Qibrisê û Ermenîstanêye sêalî wî h’emû tiştî dide qewînkirinê. R’aste, em h’eyfhildanê hindava xirabk’arada pêşda nak’işînin, lê em naxwezin îzinê bidine xwe, ku ew çi ku qewimîye bê bîrkirinê.Ev yek derheqa wan herdu k’omkujîyadane, yek ya ermenî, lê ya mayîn jî ya yûnanên Pontosê. Yûnanstanê sala 1996-a k’omkujîya Ermenî nas kir, lê sala 2O14-jî qanûna derheqa înk’arkirina wêda qebûl kir, anegorî k’îjanê merivên ku wê yekê înk’ar dikin, li ber cabdarîyê bisekinin.Em bi şabûn derheqa berfirebûna naskirina k’omkujîya Ermenîda silav dikin, meseleke k’îjanê r’êzolyûsîya Kongrêsa ŞAY-ye van axirîyaye. Yûnanstan berê e’wlin pêwîstîya h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bi r’îya e’dil nas dike û piştgirîyê dide wê û bo wê yekê jî piştgirîyê dide ce’dandinên k’oma Mînskê. Yûnanstan bona nêzîkbûna heleqetîyên Yektîya Avropayê û Ermenîstanê pêşda tên”,-serokê Yûnanstanê gotîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button