SerekeSîyasî

Em li virin ku qulixî meriva bikin: Barzanîyê serekwezîr

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî daye fe’mkirinê,wekî meremê wanî h’îmlî qulixkirina bo cime’têye. “Min gelekî zelal da dîyarkirinê. Em li virin, bona wê yekê, ku qulixî cime’tê bikin, lê ne ku bîr û bawarîyên xwe li wana bialînin.Em dixwezin K’urdistana diha qewat çêkin”,-Barzanî r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye.Ev e’lametî wî çaxî tê belavkirinê, dema ku kabînêta Me’srûr Barzanî heleqeîîyên xweye t’evî Beg’dayê qewîn dike û gava dawî hevr’aqayîlbûna girêdayî pirsên neftê û byûcêyêr’a bû. Me’srûr Barzanî daye dîyarkirinê, ku merem ewe,wekî bona dinîyaê vekirîbin, pêr’a jî êkonomîkayê bidine dîvêrsîfîkasîyakirinê. Ewî usa jî gotîye,wekî ew r’êforma berdewam dikin. “Meriv gerekê aminbin û aminaya xwe h’ukumata xwe bînin.Ew gerekê t’exmînkin, ku ew qedirgirtîne û h’ukumata wan gerekê wana bip’arêze û bo wana qulixke”,-Me’srûr Barzanî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button