SerekeSîyasî

ŞAY înk’ar dike, ku hêzên p’arastina gel çawa organîzeya têr’orîstî qebûlke

Enqere de’wê dike, ku NATO k’omên k’urdên Sûrîyaê, yên hêzên p’arastina gel çawa organîzeya têr’orîstî e’lamke.Wezîrê T’irk’îyaêyî p’arastina Mark Êspêr bangî T’irk’îyaê kirîye, ku t’erka ewê de’wek’arîyê bide, bi k’îjanê NATO-ê plan kirîye Polonîyaê welatên Balt’îyê bip’arêze, lê Enqere de’wê dike, ku NATO piştgirîyê bide şer’k’arîya wêye dijî hêzên p’arastina gel, yên ku ji alîyê ŞAY-da tên piştgirtinê.Wextê hevp’eyvîna t’evî R’oyt’êrsê, Êspêr e’şaretî daye Enqerê,wekî ewê piştgirîê nede wê de’wek’arîya Enqerê.Ewî bangî Enqerê kirîye ku guhdarîyê bidine li ser problêmên diha mezin, yên ku pêşîya NATO-ê hene.Hevr’aqayîlnebûnên di navbera Enqerê û Waşîngtonêda p’êwendîyên di navbera herdu alîyada didine xirabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button